PDK û Goran pêkanîna hikûmetê guftûgo dikin

Biryar e îro şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Baregeha Sereke ya Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê bike û her du alî ji bo guftûgokirina pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Nesredîn Mehmûd ji K24ê re ragihand, îro şande PDKê serdana Silêmaniyê dike û ligel şanda danûstandkar a Tevgera Goranê dicive.

Got jî, civîn îro demjimêr 12:00 dest pê dike û taybet dibe bi guftûgokirina pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe.

Nesredîn Mehmûd amaje bi wê jî da, Tevgera Goranê komîteyek ji endamên Civata Niştiman ava kiriye û komîte pêşwazî li şanda PDKê dike û pê re dicive.

Ev di demekê de ye, duhî şanda bilind a PDKê û YNKê li Hewlêrê ji bo guftûgokirina pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pirsên Kerkûk û Bexdayê civiyabûn.

S. B