Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan. Li gor zanyariyan jî, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê tewera sereke ya civînê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan.
Di hevdîtnê de, dawî pêşhatên navçê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hatin guftûgokirin.
Mesrûr Barzanî di civînê de ronahî xiste ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera her du gelê Kurdistanê û gelên Îranê û amaje bi cîrantiya baş û berjewendiya hevbeş a li ser bingeha rêz û hevsengiyê kir.
Her di wê hevdîtinê de, gefên teroristan, nirxandina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsên hevbeş û pêşhatên navçê hatin guftûgokirin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re bo serokatîkirina kabîneya dahatî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwast û behsa girîngîpêdana bi mîkanîzma pêwendiyan, bi taybet di warên pêwendiyên aborî di çarçova pêwendiyên aborî yên Îran û Iraqê de kir û ragihand, aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Îranê girîng e.

