MSD: Em bi devera ewle re ne heger di bin parastina navdewletî de be
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, ta niha helwesta Amerîka derbarê devera ewle de ne zelal e û mercên wan ji bo vê deverê hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, ta niha helwesta Amerîka derbarê devera ewle de ne zelal e û mercên wan ji bo vê deverê hene.
Hevseroka MSDê Emîne Omer li ser egera avakirina devera ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de ji K24ê re ragihand, Serokê Amerîka di twiittekê de ragihand ku ewê devereke ewle li bakur û rojhilatê Sûriyê ava bike, lê ta niha hewlwesta wê ne zelal e ka ev dever çawa bê dirustkirin û kî dê parastina wê bike.
Got jî: “Em wek MSD û Rêveberiya Xweser dibînin ku dema Amerîka ji deverê vekişe, divê gerentiya ewlehiya vê deverê û hemû pêkhatiyên tê de dijîn bide û rê nede Tirkiye ti carî êrîş bike.”
Herwiha got: “Wek helwesteke giştî em ne li dijî avakirina devera ewle ne, ku tê de mafên hemû pêkhateyên tê de bên parastin û di bin ewlekariya navdewletî de be û hêzên derbasî vê herêmê bibin bi biryareke navdewletî derbas bibin, yan jî hêzên HSD û Hevpeymaniya Navdewletî bin. Lê em ti carî qebûl nakin ku ew devera ewle di bin kontrola Tirkiyê de be, ji ber ku em dizanin ku armanca Tirkiyê dagîrkirina perçeyekê ji xaka Sûriyê ye.”
Li ser daxuyaniya HSDê ya lihevkirina bi Tirkiyê re got: “Heger pirsgirêkên me bi riya diyalogê re çareser bibin, em amade ne bi her aliyekî re diyalogê bikin. Em dixwazin pêwendiyên me bi cîranên me baş bin û em ti carî êrîşî cîranên xwe nakin û em ji wan nabin gefek.”
Li ser helwesta Rûsyayê jî got: “Rûsya dibêje ev navçe yên rêjîma Sûriyê û divê veger bin kontrola rêjîmê, lê em ti carî vê yekê qebûl nakin. Ev navçe ji 5 salan ve ezmûneke demokratîk lê heye û hemû pêkhateyên wê bi aştê bi hev re dijîn û bixwe xwe diparêzin. Lê dema em bi rêjîmê re danûstandinê dikin, em dixwazin pirsgirêkên di navbera me de mane, çareser bikin.”
S. B