Bêhtir ji 2 hezar kesî ji dawî pêgeha DAIŞê hatin derxistin
Bi dehan çekdarên DAIŞê û zêdetir ji 2 hezar kes ji dawî pêgeha DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê derketin û derbasî navçê di destê HSDê de bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi dehan çekdarên DAIŞê û zêdetir ji 2 hezar kes ji dawî pêgeha DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê derketin û derbasî navçê di destê HSDê de bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 2 hezar û 200 kes ku di nava wan de nêzîkî 180 çekdarên DAIŞê ji dawî pêgeha DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê derketin.
Got jî, nêzîkî hezar û 100 kesî ku piraniya wan jin û zarok bûn û tevî 80 çekdarî duhî bi otombîlan derketin û li kampên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne bivih bûn.
Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman ragihand, ji destpêka Berçileya bûrî ve nêzîkî 20 hezar kes ji navçeya rojhilatê Dêrezorê derketine.
HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji meha Îlona 2018an ve dest bi qonaxa dawiyê ya li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê kiriye û di demên dawî de gelek navçe ji destê DAIŞê kontrol kir.
S. B