HSD 2 çekdarên DAIŞê yên Amerîkî dîl girtine

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) du çekdarên DAIŞê yên bi regeznameya Amerîkî li Dêrazorê desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) du çekdarên DAIŞê yên bi regeznameya Amerîkî li Dêrazorê desteser kirin.

Li gor daxuyaniya HSDê, DI 6ê vê mehê de hêzên wan di dema operasyonê li rojhilatê Dêrzorê de du çekdarên DAIŞê yên Amerîkî dîl girtin.

Herwiha HSDê diyar kir, hêzên wan du çekdarên DAIŞê yên biyanî jî dîl girtine ku yek ji wan Irelandî ye û yên din jî Pakistanî ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Îlona 2018an ve qonaxa dawiyê ya şerê li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê destpê kiriye û gelek gund û bajarokê ji destê DAIŞê kontrol kiriye.

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  Nûrî Mehmûd di meha Cotmeha 2018an de ragihand ku, nêzîkî 900 çekdarên DAIŞê yên biyanî,  ku ji 44 welatên cîhanê ne, li ba wan di girtîgehan de hene.

 

S. B