Li Efrînê teqîn.. Kuştî û birîndar ji çekdaran hene

Li Efrînê li pêş navendeke grûpa Ehrara El-Şerqiyê teqînekê rû da û kuştî û birîndar ji çekdaran hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê li pêş navendeke grûpa Ehrara El-Şerqiyê teqînekê rû da û kuştî û birîndar ji çekdaran hene.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, otombîleke bombekirî li li pêş navendeke grûpa Ehrara El-Şerqiyê ya li nêzîkî Navenda Çandî teqiya û di encamê de hejmarek ji çekdarên wê grûpê hatin kuştin û birîndarkirin.

Wî jêderî da zanîn jî, Çekdaran cihê teqînê dorpêç kirin û ambulans hatin kuştî û birîndar rakirin, lê nayê zanîn hejmara wan çend e.

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve rewşa ewlehiya Efrînê gelekî xirap bûye û her demekê teqîn rû didin û welatiyên Efrînê yên sivîl dibin qurbanî.

Roja 20ê vê mehê jî baseke sivîlan hat teqandin û di encamê de hejmare ji sivîlan bûn qurbanî.

Herwiha car caran jî ji encama nakokiyên di navbera grûpên çekdar de jî şer, pevçûn û teqîn rû didin.

 

S. B