SOMO: Îraq rojane 2 milyon û 700 hezar bermîl petrol difiroşe

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Kompaniya Şandina Petrolê ya Îraqê (SOMO) ji Kurdistan24ê re da zanîn, firotina petrola Iraqê bi awayekî asayî berdewam e.

Li gorî zanyariyên heman jêderî, Iraq niha bi rêya Tengava Hurmizê û Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê rojane bi giştî 2 milyon û 700 hezar bermîl petrol difiroşe bazarên cîhanî. Ji ber vê rêjeya hinardekirinê, Hikûmeta Iraqê di dabeşkirin û dabînkirina mûçeyên fermanberan ên meha 11 Mijdarê de bi ti pirsgirêkeke cidî re rûbirû nabe.

Derbarê hinardekirina petrola bakur de, jêderê SOMOyê diyar kir, niha rojane 180 hezar bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê bo derve tê şandin.

Herwiha aşkere kir, beşek ji petrola parêzgeha Besrayê bi rêya tankeran digihîje Kerkûkê; li wir ligel petrola zeviyên Kerkûkê di xeta boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê de tê tevlihevkirin û ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ber bi bazarên navdewletî ve tê hinardekirin û firotin.