Parlemantereke Fransî: Navçeya dihefirînê li bakurê Sûriyê pêşniyaz dikin

Parlementera Frensî Matîlda Panot ku niha seredana Rojavayê Kurdistanê dike ji K24ê re ragihand, pêwîst e herêmeke dijfirînê li esmanê bakur û rojhilatê Sûriyê bê çêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera Frensî Mathilde Panot ku niha seredana Rojavayê Kurdistanê dike ragihand, pêwîst e herêmeke dijfirînê li esmanê bakur û rojhilatê Sûriyê bê çêkirin.

Parlementera Frensî Mathilde ji K24ê re ragihand, piştî ew vegerin Frensayê dê rewşa Rojavayê Kurdistanê ji Hikûmeta Frensayê re şîrove bikin û dê hewldanan bikin ku Fernsa rolekê bilîze û fişarê li tevaya welatên Ewropayê bike ji bo alîkariyên siyasî û madî pêşkêşî deverê bikin.

Parlementera Frensî Herwiha got: Ji bo sepandina aramî û ewlehiyê li herêmê pêwist e welatên Ewropayê piştgiriya helwesta Fransayê bikin.

Mathilde Panot diyar kir jî, ew pêşnyaz dikin ku herêmeke dijfirînê li esmanê bakur û rojhilatê Sûriyê bê çêkirin.