Rûsya: Amerika tu pêngavên vekşîne neavêtin e
Berî hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ligel Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, ji alî Rûsya ve hate ragihandin, ku Rûsya tu pêngavên vekşîna hêzên xwe ji alî Amerika ve nedîtin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ligel Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, ji alî Rûsya ve hate ragihandin, ku Rûsya tu pêngavên vekşîna hêzên xwe ji alî Amerika ve nedîtin e.
Herweha di medya Rûsyayê de tê destnîşankirin, ku rewşa Idlibê dibe babetek girîng di hevdîtina Putin-Erdogan de. Ligor pisporan, Tirkiye heta niha nekariye bandore li Opozisyona Sûriye bike, ku ji “Herêma Aram a bê şer” derbikeve. Herweha îro hate ragihandin, Tehrîr el Şam ji wê herêmê ve êrîşî Artêşa Sûriye kiriye û Rûsya vê yekê wekî metirsiyek ciddî dinirxîne.
Rûsya ligel Tirkiye ji bo“aramiya” Idlibê meha Îlon a sala borî rêkeftinek imze kiribû û ligor wê rêkeftinê diviyabû heta 15ê Cotmehê “Herêma Ewle ya bê şer” bi dirêjahiya 10-15 kilometreyan hatiba avakirin. Heta niha jî, ev rêkeftin liser erdê nekariye pêk were.
C.B