Artêşa Tirkiyê, carek din Til Rif'et topbaran kir

Li gor agahiyan, bi topavêjan, 5 top li devera Til Rifetê ketin e û hat destnîşankirin, topbaran bi armanca bersivdana teqîna vê sibê ya Efrînê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê, carek din devera Til Rif'etê topbaran kir.

Li gor nûçeyên medya Tirkiyê, Topxaneyên Tirkiyê ku li Herêma Operasyona Mertalê Feratê bicîh bûn e, binke û sengerên YPG yên li devera Til Rifetê topbaran kirin.

Li gor agahiyan, bi topavêjan, 5 top li devera Til Rifetê ketin e û hat destnîşankirin, topbaran bi armanca bersivdana teqîna vê sibê ya Efrînê ye.

Di topbarana beriya çendîn rojan ya Artêşa Tirkiyê bi ser Til Rifet de, 2 sivîl birîndar bû bûn.

 

 

C.B