Pompeo: Pêgeha Kurd bo Amerika giring e
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, pêgeha Kurd ji bo wan piştî vekişandina hêzê ji Sûriyê giring e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, pêgeha Kurd ji bo wan piştî vekişandina hêzê ji Sûriyê giring e.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di hevdîtinekê de ligel kenala FOX NEWS a Amerîkî behsa wê yekê kir, ku Serokê Amerîkayê gelekî bi zelalî diyar kiriye, ku pêgeha Kurdan piştî vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê jî, ji bo Amerîka giring e.
Eşkere kir, ew dê hemû hewlekê bikin, da ku wê pirsê digel Tirkiyê yekalî bikin, ji bo ku Kurd li pêgeheke guncaw be, di dema vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê ve.
C.B