4 teqîn li navçeyên Mertala Firatê
Di encama çar teqînan li navçeyên Mertala Firatê yên di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, herî kêm 22 kes bûn e qurbanî
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama çar teqînan li navçeyên Mertala Firatê yên di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, herî kêm 22 kes bûn e qurbanî.
Li gorî Medyaya Tirkiyê, li Cerablusê motorekî bombekirî li pêşya kompaniyekê teqiyaye û di encam de du kes birîndar bûne û ziyaneke madî gehiştiye cihê teqînê.
Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, li bajar û bajarokên Bab, Qebasîn û El-Xendûre yên dibin kontrola Tirkiyê û grûpên bi ser ve, li bakurê rojhelatê Helebê sê teqîn bi rêya matorên bombekrî û bombên çandî çêbûne û di encam de li bajarê Babê, kesek hatiye kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûne, û li bajarokê El- Xendûr heşt welatî birîndar bûn e û li Qebasîn jî tenê ziyanên madî hene.
C.B