Lavrov jî, behsa Rêkeftina Edeneyê kir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radighîne, ew dibîn in, ku hîn jî, kar bi rêkeftina Edene ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dikare bê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radighîne, ew dibîn in, ku hîn jî, kar bi rêkeftina Edene ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dikare bê kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyek rojnamevanî de digel hevpostê xwe yê Mexribê Nasir Burîte got, rêkeftinek di navbera Sûriyê û Tirkiyê di sala 1998an hatibû îmze kirin, ku ew rêkeftin dikare metirsiyên Tirkiyê, derbarê ewlekariya xwe de nehêle, ku her dû welat jî, pabendî wê rêkeftinê bibin.

Derbarê devera aram a ku Tirkiyê hewl ji bo avakirina wê li Rojhilatê çemê Firatê dike, Lavrov got, divê hikûmeta Tirkiyê di vê derbarê de digel Hikûmeta Sûriyê bigihe rêkeftinekê û tekez kir, avakirina devera aram li bakurê Sûriyê girêdayî danûstandinên Enqere û Şamê dibe.

 

 

 

C.B