Amerîka leşker û çekan derbasî Sûriye û Rojava kir
Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka bi sedan leşkerên Amerîkî û 250 barhilgir ku çek û pêwîstiyên leşkerî lê bar bûne derbasî Rojava yê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka bi sedan leşkerên Amerîkî û 250 barhilgir ku çek û pêwîstiyên leşkerî lê bar bûne derbasî Rojava yê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, êvara Pêncşemê Hevpeymaniya Navdewletî 250 barhilgir ku çek û pêwîstiyên leşkerî lê bar bûne derbasî firokxaneya leşkerî ya Kobanê, Eyn Îsa, Reqa û Tirtemirê kir.
Herwiha tekez kir, bi sedan leşkerên Amerîkî jî di heyama 24 demjimêrên bûrî de derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûn.
Ev derbasbûna leşkerên Amerîkî û çekan piştî wê yekê tê, di meha bûrî de Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû.
Li gor hin raportên medyayî jî, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye ku bi armanca piştgiriya hêzên wan di dema vekişandina ji Sûriyê de, dê hêzeke nû bişînin wî welatî.
Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî, ev ne cara yekem e ku Hevpeymaniya Navdewletî hêzên dişîne, roja 6ê vê mehê jî Amerîkiyan 150 barhilgirên ku otombîl, zirîpêş û kelûpelên leşkerî û lojistîk hilgirtibûn ji Herêma Kurdistanê gihandin Kobanê li rojhilatê Firatê.
S. B