ENKS: Rêjîm ti carî mafê Kurdan misoger nake

Di dema ku Rêveberiya Xweser amadekariyên xwe ji bo danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re dike, serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêjin, rêjîm ti caran mafên Kurdan misoger nake.

 

K24 – Qamişlo

Di dema ku Rêveberiya Xweser amadekariyên xwe ji bo danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re dike, serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêjin, rêjîm ti caran mafên Kurdan misoger nake. Partiyên nêzîkî Rêveberiyê ji aliyê xwe ve didin zanîn, jiber ku danûstandin bi erêkirina Rûsya û Amêrîka ye dê biser bikevin. 

Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump bo vekşandina hêzên welatên wî ji Sûriyê, careke din hewldanên danûstandinê di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de dest pê dikin. Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandibû ku helwesta rêjîmê derbarê danûstandinan de erînî ye û pêşbîn e di rojên bê de danûstandin di navbera her du aliyan de dest pê bike.

Serkirdeyê ENKSê Feysel Yosif dibêje, mafên gelê Kurd di riya danûstandina bi rêjîmê re nayên misogerkirin, bi tenê di riya danûstandinên Cenêvê re têne standin, ji ber ku rêjîm hîn bi hişê xwe ya berê ye.

Serkirdeyê ENKSê Feysel Yosif ji K24ê re got: “Dema danûstandin li Cenêvê dibin, bi rêjîmê re dibin. Rêjîmê bi ber çavdêriya navdewletî xwe nedaye ber tiştekî, ji ber wê danûstandinên Rêveberiya Xweser bi rêjîma Sûriyê re dê ti mafekî ji bo Kurd misoger neke.”

Ji mijarên ku wê Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê gotûbêj bikin, hêza leşkerî û rengê rêveberiyê ye. Sekretêrê Yekîtiya Lîbral a Kurdistanî Ferhad Têlo dide zanîn, gava ku danûstandin bi rêjîmê re bi erêkirineke Rûsî-Amêrîkî be, dibe ku ev yek bibe fişar li ser rêjîmê ku danûstandinan qebûl bike.

Tê zanîn ku beriya çend rojan şandeke Rêveberiya Xweser pilanek bo çareserkirina kirîza Sûriyê û bi taybet herêmên bakur pêşkêşî aliyên Rûsî kirin da ku rêjîma Sûriyê pê agahdar bibe û bibe gavek bo pêkanîna danûstandina bi rêjîma Sûriyê re .