YNK piştevaniyê li hikûmeteke bihêz dike
Îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya, piştî civînê peyvdarê wê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya, piştî civînê peyvdarê wê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kir.
Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre got: “Di civînê de pesendkirina pişkê Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê bi girîng hat zanîn, ji ber ku mûçeyên fermanbaran û Pêşmerge hatin diyarkirin.”
Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Pîre got: “Piştevaniyê li hikûmeteke bihêz dikin û divê hevbeşiya rasteqîne di kabîneya bê de hebe, bi taybet di warê ewlehî û asayişê de. Divê asayiş ya xelkê be ne ya partiyên siyasî be.”
Peyvdarê YNKê li ser pirsa rojnamevanan a derbarê vegera Pêşmerge bo Kerkûkê de got: “Ta niha rewşa her ne asayî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye. Divê artêş û Heşda Şeibî jê derkevin û teror li nava bajarê Kerkûkê bidawî bibe.”
Nêzîkî çar mehan e hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê bidawî bûye, ta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk nehatiye, YNKê jî di nûtirîn helwesta xwe de dibêje: “Têgihîştin di navbera YNK, PDK û Tevgera Goranê de heye.”
S. B