Hizbulaha Libnanî: HSDê daxwaza hevdîtinê bi me re kir

Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî aşkere kir, piştî ku Amerîka ragihand dê ji Sûriyê vekişin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaza hevdîtinekê ji Hizbulah kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî aşkere kir, piştî ku Amerîka ragihand dê ji Sûriyê vekişin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaza hevdîtinekê ji Hizbulah kir.

Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrulah di hevpeyvînekê ligel kenala “almayadeen” de ragihand, îro rewşa Sûriyê li beramberî sala 2011an pir baş  e, lê li rojhilatê Firatê aloziyeke Kurdî – Tirkî – Amerîkî heye.

Hesen Nesrulah got: “Hêzên Kurdî yên li rojhilatê Firatê ji aliyê welatên Kendava Erebî ve tên piştevanîkirin.” Aşkere kirî: “Hêlên danûstandinê di navbera artêşa Sûriyê û HSDê de vekirî ne.”

Li ser derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Hesen Nesrulah da zanîn, Amerîka bi riya Rûsyayê nameyek ji Îranê re şand ku heger Îran hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, ew jî dê hêzên xwe ji wî welatî vekişînin. Lê Îranê ew daxwaza Amerîkî red kir.

Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî aşkere kir jî, piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, nûnerên HSDê daxwaza hevdîtinekê ji Hizbulaha Libnanî li Beyrûtê kir, piştre jî çûn Rûsya û Iraqê ji bo rola ew her du welat rola navbênkariyê di navbera wan û rêjîma Sûriyê de bigirin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment