Hêzeke taybet a Amerîkî Bexdadî xistiye dorpêçê

Jêderekî bilind û agahdar ê leşkerî yê Iraqî ragihand, zanyariyên ketine dest diyar dikin, hêzeke taybet a Amerîkî Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li Dêrazorê xistiye dorpêçê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî bilind û agahdar ê leşkerî yê Iraqî ragihand, zanyariyên ketine dest diyar dikin, hêzeke taybet a Amerîkî Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li Dêrazorê xistiye dorpêçê.

Pêştir gelek gotegot li ser girtin yan kuştin Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li Sûriyê yan li Iraqê ji aliyê Rûsya û Amerîka hatin belavkirin, lê rojnameya “alaraby” li ser zarê jêderekî leşkerî nivîsiye, hêzeke taybet a Amerîkî ji roja Pêşncşemê ve çûye nava xaka Sûriyê û bi yekîneyeke HSDê re Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di rûbereke 10 K.M de li parêzgeha Dêrazorê di navbera gundê Baxoz û Meraşde li başûr, Sefanse li rojava û beyabana Bokemal ya digihe sînorê Iraqê ji aliyê rojhilat ve xistiye dorpêçê.

Wî jêderî amaje bi wê kir jî, tê pêşbînîkirin ew hêza taybet a Amerîka heman hêza ku di sala 2011an de bi erkê şopandin û kuştina Rêberê Qaidê Osama Bin Ladin li rojhilatê Pakistanê rabûne be.

Li gor zanyariyên wî jêderî, Amerîka Ebû Bekir Bexdadî bi zindî dixwaze, ji ber ku ew navçeya ku hatiye dorpêçkirin ji aliyê leşkerî ve ketî tê hejmartin, herwiha hêzên Kurdî yekalîkirina girtina wê navçeyê dereng dixe, tevî ku dikare wê navçeyê bi parastineke esmanî bigire.

Li ser çima Amerîka Bexdadî zindî dixwaze, wî jêderî got, dibe ku pêwîstiyeke Serokê Amerîka Donald Trump bi Bexdadî hebe, ji bo di hundir kolana Amerîkî de ji bo berjewendiya xwe bikar bîne. Yan jî bi girtina Bexdadî dê gelek pirsên veşartî bên aşkerekirin, ji wan jî pêwendiyên nehênî yên wê rêxistinê bi aliyên li ser meydana Sûriye û Iraqê û yên herî diyar jî bi rêjîma Beşar Esed re.

Ew berpirsê leşkerî yê Iraqî dibêje, Amerîka li navçeya ku tê pêşbînîkirin Bexdadî lê be destbilind e, ji ber wê her axaftinek behsa roleke Rûsî yan Tirkî dikin, ne rast in. Lê egerên ku Amerîka Bexdadî bi zindî desteser bike kêm in, ji ber ku dibe Bexdadî amadekariyên xwe kirib, berevaniyê lixwe bike yan xwe biteqîne.

Ebû Bekir Bexdadî navê wî (Îbrahîm Ewad Bedir) e di sala 1970 li bajarê Samira li bakurê Bexdayê jidayik bûye. Sala 2002an bawernameya Master wergirtiye û di sala 2006an de li zanîngeha Bexdayê Diktora di Şerîeta Îslamî de wergirtiye.

Li mizgefteke Bexdayê gotarbêj û pêşnimêj bû, yek ji kesên rêza yekem a avakirina “Cemaeta Tewhîd û Cîhad” bû û pasê “Qaidet El-Cihad fî Bilad Rafîdên” bû, ku kesekî Urdinî bi navê Ebû Musab Zerqawî serokatiya wê dikir.

Sala 2010an wek Emîrê “Dewleta Îslamî li Iraqê” hat destnîşankirin, ew jî piştî kuştina Ebû Omer Bexdadî, ku di operasyoneke taybet a hêzên Amerîkî de li bakurê bajarê Bexdayê hatibû kuştin.

Piştî destpêkirina Şoreşa Sûriyê di sala 2011an de, Bexdadî çalakiyên xwe fereh kirin û di sala 2014an de rêxistina “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” ragihand û Reqa kir paytexta wê.

  

S. B