Rûsya: Rêkeftina Idlibê hîn bicî nebûye
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov da diyarkirin, ku Rêkeftina Idlibê ya Rûsya ligel Tirkiye imzekirî, hîn jî nehatiye bicî kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov da diyarkirin, ku Rêkeftina Idlibê ya Rûsya ligel Tirkiye imzekirî, hîn jî nehatiye bicî kirin.
Ligor nûçeya Ifax, Moskow û Şam ji bicîhnebûna Rêkeftinê dilgiran in.
Di dema dawî de Moskow bi zimanek eşkere rexneyan li bicîhnebûna Rêkeftina Idlibê dike, ku Tirkiye heta niha nekariye sozên xwe bicîh bîn e. Ligor Moskow rêxistina Heyet Tehrîr el Şam bandora xwe li deverê her diçe zêde dike û ev yek metirsî li deverê peyda kiriye.
Di meha Îlon a sala borî de Tirkiye û Rûsya Rêkeftina Idlibê wajo kiribûn, ku heta 15ê Cotmehê diviyabû, Rêkeftin bicîh bibe û deverek “aram” li idlib bê pêkanîn.
C.B