Agir bi bazareke Hewlêrê ket û kesekî canê xwe jidest da

Peyamêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, îro agir bi “Royal Mall” ya li nava Hewlêrê ket û di encamê de kesekî canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, îro agir bi “Royal Mall” ya li nava Hewlêrê ket û di encamê de kesekî canê xwe jidest da.

Bînerekî ji K24ê re da zanîn, agir ji encama teqîna boriyeke germkirina avê rû daye.

Rêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şiwan Ebdilqadir li cihê bûyerê ji K24ê re ragihand, di encama pêketina agir de karmendekî “Royal Mall” canê xwe jidest da.

Diyar kir jî, ji ber ew cihê “Royal Mall” nêzîkî baregeha Berevaniya Şaristanî ye, tîmên wan bilez gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.

Peyamnêrê me amaje bi wê jî kir, di dema vemirandina agir de karmendekî tîmên Berevaniya Şaristanî ji ber dûmanê agir bêhiş ket û ji bo nexweşxaneyê hat vegihastin.

 

 

S. B