PDK û YNKê raportên komîteyan gotûbêj dikin
Îro şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê dicivin û raportê komîteyên pêk anîne gotûbêj dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê dicivin û raportê komîteyên pêk anîne gotûbêj dikin.
Li gor zanyariyên K24ê, îro PDK û YNKê li baregah Polîtburoya PDKê li Hewêlêrê birêve diçe û mîkanîzma pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistamê gotûbêj dikin.
Her li gor zanyariyan, PDK û YNK raportên komîteyên ku berê ji bo dosyên Kerkûk, Bexda û Herêma Kurdistanê pêkanîbûn gotûbêj dikin û hewl didin bigihin rêkeftinekê.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, di civîna îro de PDK û YNKê çend pirsên girîng ên girêdayî pêkanîna hikûmetê yekalî dikin.
S. B