Grûpên çekdar 4 Kurdên Efrînê dişelînin

Revandina welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve bi mebesta standina pereyan berdewam e, grûpên çekdar 4 welatiyên Kurd direvînin û otombîl û pereyên wan jê distînin û piştre berdidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Revandina welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve bi mebesta standina pereyan berdewam e, grûpên çekdar 4 welatiyên Kurd direvînin û otombîl û pereyên wan dişelînin û piştre berdidin.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, grûpên çekdar 4 welatiyên Kurd lê nêzîkî kompanyaya avê ya gundê Kêla revandin û piştî birina otombîla wan û standina 500 hezar Lîre ew berdan.

Wê navendê navên kesên hatine revandin belav kir, Mihemed Selah Sîdo û Mihemed Mistefa Sîdo ji gundê Qota, Mihemed Ehemd Îbrahîm ji gundê Elî Kera, Dawûd Husên Îbiş ji gundê Kêla ne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, ji bilî dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên Kurdên Efrînê, hema bi awayekî rojane welatiyê Kurd ji bo standina pereyan ji aliyê grûpên çekdar ve tên revandin.

 

S. B