YNK karnameya xwe pêşkêşî PDKê dike
Endamekî serkirdatiya YNKê aşkere dike, ew dixwazin bi nivîsekê karnameya xwe li ser awayê birêvebirina Herêma Kurdistanê û dabeşkirina postên sereke pêşkêşî PDKê bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî serkirdatiya YNKê aşkere dike, ew dixwazin bi nivîsekê karnameya xwe li ser awayê birêvebirina Herêma Kurdistanê û dabeşkirina postên sereke pêşkêşî PDKê bikin.
Endamê Encûmena Serkirdatiya YNKê Ferîd Eseserd ji K24ê re ragihand, “Dixwazin vê carê bernameyeke nivîskî pêşkêşî PDKê bikin û li ser naveroka wê guftûgo bikin.”
Aşkere kir jî, “Naveroka bernameyê ji awayê birêvebirina Herêma Kurdistanê, dabeşkirina postên sereke, nerînên karê bo 4 salên bê û rêkxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan li navxwe û li derveyî Herêma Kurdistanê pêk tên.”
Derbarê paşxistina civîna di navbera YNK û PDKê de, Eseserd da zanîn ku ti pêwendiya wê bi pirsgirêkên di nava YNKê de tune ye û got: “Di navxweya YNKê de ti pirsgirêk li ser pêkanîna şanda danûstandinan nîn e, pêştir pirsgirêk hebûn, lê niha ew hatin çareserkirin.”
Wî endamê serkirdatiya YNKê li ser civînên sêalî di navbera PDK, YNK û Tevgera Goranê de got: “Ta niha civên dualî bûn, heger pêwîst bike ti pirsgirêk tune ne ku civînên sêalî bên encamdan.”
Ev daxuyaniya endamê serkirdatiya YNKê di demekê de ye, biryar bû duhî şanda bilind a PDK û YNKê li Hewlêrê derbarê pêkanîna hikûmeta nû de biciviyana, lê li ser daxwaza YNKê ew civîn hate paşxistin.
S. B