Grûpeke çekdar kalemêrekî Efrînî revandin

Çekdarên li Efrînê kalemêrekî Kurd ê 66 salî ji 4 rojan ve revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e û peresterkî bi tundî eşkence didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên li Efrînê kalemêrekî Kurd ê 66 salî ji 4 rojan ve revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e û peresterkî bi tundî eşkence didin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpeke çekdar kalemêrê 66 salî Mihemed Reşîd Tarî yê ji gundê Birîmce li Efrînê ji roja 27ê vê mehê ve revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wê rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir, berî hefteyekê grûpeke çekdar perester Ednan Ebû Nedîm ê ji gundê Bilêlko revandibûn û tundî eşkence dabûn û daxwaza pereyan jê kiribûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirê Tirkiyê ve, grûpên çekdar bi sedema standina pereyan bi berdewamî welatiyên Kurd ên Efrînê direvînin û eşkence didin.

 

Perester Ednan Ebû Nedîm
Perester Ednan Ebû Nedîm

 

S. B