Tirkiye: Dorpêça Amerika beramberî Îranê ne rast e

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, ew dorpêçiya Amerîka ser Îranê rast nabîn in...

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, ew dorpêçiya Amerîka ser Îranê rast nabîn in û biryarên weha bandor li aboriya hemû cihanê dikin û da zanîn, biryara Yekîtiya Ewropa ya derbarê şikandina dorpêçiya Amerîka ya ser Îranê rast dibînin.

Mewlud Çawîşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê got:

"…. Hember kîjan welatê be em dijî dorpêçiyên weha ne. Dorpêçiyên yekalî yên Amerîka li hember Îranê tu encam nadin. Di vê warê de bi Yekîtiya Ewropa û gelek welatan re siyaseta me digunce. Her çiqas em derveyî bandorên dorpêçiyê hatine hîştin jî, ev ne çareserî ye. Divê Amerîka biryarên negre. Pirsgirêkên weha zêdetir bi hevkarî û diyalogê dê werin çareserkirin. Dorpêçiyên bazirganî ne tenê Îranê, ji Ewropa heta Japonê bandor li gelek welatan dikin. ji ber vê em gavên Yekîtiya Ewropa yên hember Amerîkayê di cih de dibînin."

 

 

C.B