Amerîka bala Tirkiye dikşîne

Amerika carek din pêwendiyên xwe yên aborî ligel Tirkiye ji ber çav derbas dike. Piştî helwêsta Amerika girêdayî Venezuela û sekna Tirkiye ya bi temamî dijber...

K24-Navenda Nûçeyan

Amerika carek din pêwendiyên xwe yên aborî ligel Tirkiye ji ber çav derbas dike. Piştî helwêsta Amerika girêdayî Venezuela û sekna Tirkiye ya bi temamî dijber, tê ragihandin, ku Waşington pêwendiyên aborî yên di navbeyna Tirkiye û Venezuela de xistiye bin çavnêriyê û ger binpêkirinek bibîne, dê beramberî Tirkiye helwêstê bigre.

Berpirsk pilebilind ê Amerîkî ji Ajansa Reuters re ragihandiye: “Amerika çavnêriya pêwendiyên aborî yên Venezuela û Tirkiye dike. Ger binpêkirinek xûya bike, dê Waşington helwêstê diyar bike”.

Amerika beriya 3 mehan ji bo rawestandina firotina zêr a Venezuela dorpêç danîn. Heman demê hate eşkere kirin, ku tenê di sala 2018an de Tirkiye 20 ton zêr ji Venezuela kiriye.

Ligor Euronews jî, Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerika Marshall Billingslea di hevdîtinên xwe ligel berpirsên Tirkiye de, dê ji aliyek ve pirsa bazirganiya gaz a Îranî û dorpêça hemberî Venezuela jî, bigre dest.

 

 

C.B