Zarokekî rizgarbûyê DAIŞê êşên xwe dibêje

Zarokekî din ê Kurdê Êzidî yê temen 7 salî ji destê DAIŞê rizgar bû û ji ber rewşa xirap û mana wî demeke dirêj di destê DAIŞê zimanê dê ji bîr kiriye. Zarokê Kurd ê Êzidî Hesen dibêje, DAIŞê ew desteser kir û bi zorê ew fêrî awayên şer kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rizgarbûna Hesen, malbata wî rêwresmek taybet ji bo rêk xistin, da ku êş û azarên ji destê DAIŞê dîtine ji bîr bike.

Hesen Husên dibêje: “DAIŞê ez û malbata min ve girt û ez fêrî şer kirim. Niha jiyan xweş e û ne wek ya DAIŞê ye.

Dapîra Hesen Wensa Xelef di roja jidayikbûna Hesen de dilxweş e û dibêje: “Spas ji xwedê re ku Hesenê min hatiye malê, hêvîdar im ewên din jî ji destê DAIŞê rizgar bibin û malbatên wan bi wan şad bibin.

Her çend e Hesen piştî 4 salan ji destê DAIŞê rizgar bûye û malbata wî pê şad in, lê hîna nikare vegere mala xwe û niha li kampeke parêzgeha Dihokê di nav koçberan de bi malbata xwe re dimîne.