Li Minbicê teqîn.. Yek kuştî û 5 birîndar

Di encama teqînekê de li Minbicê de kesekî canê xwe jidest da û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê de li Minbicê de kesekî canê xwe jidest da û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Minbicê da zanîn, li ser riya El-Esen li başûrê Minbicê di encama teqîna bombeyekê bi otombîleke Desteya Perwerdê ya Minbicê de, ajokarê otombîlê canê xwe jidest da û 5  mamoste birîndar bûn.

Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, roja 16ê vê mehê teqîneke bihêz çê bû û di encamê de 4 Amerîkiyan canê xwe jidest dabûn jê 2 leşker bûn û nêzîkî 15 kesên din canê xwe jidest dabûn.

Duhî jî mînek li nava bajêr teqiya bû û tenê ziyanên madî çê bûn. Herwiha berî sê rojan jî kesek bi giranî birîndar bûbû.

 

 

S. B