Opozîsyona Sûriyê bo çareserkirina krîza Sûriyê û paşeroja Kurd daxwaza rolê ji Serok Barzanî dike

Serok Barzanî îro pêşwazî li şanda Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê kir û şanda mêvan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola ji bo serxistina çareserkirina krîza Sûriyê û paşaroja Kurd li Sûriyê de hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî îro pêşwazî li şanda Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê kir û şanda mêvan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola ji bo serxistina çareserkirina krîza Sûriyê û paşaroja Kurd li Sûriyê de hebe.

Îro Serok Barzanî pêşwazî li şanda Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê kir, ku ji Serokê Desteya Danûstandkar Nesir Herîrî û endamên wê desteyê pêk hatibû.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de şanda mîhvan spasî helwestên Serok Barzanî ya li palpiştîkirin û xemxwariya rewş û jiyan û guzeraniya xelkê Sûriye li şer û qeyranên kûr ya salên derbasbûyî kir û ji bilî wê tekez li ser pêgeh û bandora Serok Barzanî ya li çareserkirina kêşeyan kir. Daxwaz jî kirin ku li serxistina wan hewlên ku ji bo çareserkirina qeyrana Sûriye û paşaroja Kurd li Sûriyê li holê dane, Serok Barzanî jî rola xwe hebe.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê helwesta welatên zilhêz û pêşhatên siyasî yên dawî yên Sûriye û herwiha biryara paşvekişandina hêzên Amerîka ji wî welatî de danûstandina bîr û raman kirin û tekez li ser hevkarî û hemahengiya hemû aliyek kirin ku giriftan li rêya siyasî û bi awayeke diyalog û hevdu têgihîştinê de bê çareser kirin. Her wiha ronahî jî xistin li ser rola aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyê ya ji bo çareserkirina kêşeyan û derbasbûna ji qeyranan.

 

 

S. B