Yonan pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re bihêz dike

Yonan konsolxaneya xwe ya giştî li Hewlêrê vekir û konsolê wê dibêje, armanca wan ew e, di demeke nêzîk de pêwendiyên wan yên siyasî û aborî bi Herêma Kurdistanê re derbasî asteke bilind bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yonan konsolxaneya xwe ya giştî li Hewlêrê vekir û konsolê wê dibêje, armanca wan ew e, di demeke nêzîk de pêwendiyên wan yên siyasî û aborî bi Herêma Kurdistanê re derbasî asteke bilind bibin.

Konsolê Giştî yê Yonanê li Hewlêrê Efthymios Costopoulos ji K24ê re got: “Bo min rûmeteke mezin e ku yekem Konsolê Giştî yê Yonanê li Hewlêrê bim. Me Konsolxaneya li Hewlêrê vekir, ji bo gelekî girîng e pêwendiyên Yonan û Herêma Kurdistanê bi pêş ve biçin. Pêwendî û hevbendiyeke dîrokî ya girîng di navbera Yonan û Kurdan de heye û vedigere bi hezaran salan e. Plana me ew e ku di demeke kurt konsolxaneya me xizmetguzariyê pêşkêş bike.”

Herwiha got: “Em rijd in ku pêwendiyên me yên siyasî û aborî bi Herêma Kurdistanê re ber bi pêş ve biçin. Em hêvîdar in di zûtirîn dem de hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû pêk bê, ta bi berpirsên her du welatan serdan encam bidin.”

Pirsa pêwendiyên derve yên Herêma Kurdistanê babeteke hestiyar bû, ku di dema bûrî de hin caran bipaş ket û hin caran jî serdana serokwezîr û wezîrên derve yên welatan bo Hewlêrê guhartin bi ser de anî.

Di vê derbarê de, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mustefa dibêje: “Deriyê Herêma Kurdistanê ji welatan re vekiriye. Piraniya şandên biyanî yên serdana Iraqê dikin, serdana Herêma Kurdistanê jî dikin, ev jî nîşana wê ye ku Herêma Kurdistanê kariye xwe biçespîne.”

 

 

S. B