Rêveberiya Xweser bersiva Netewên Yekgirtî dide

Rêveberiya Xweser rexne li raportên Netewên Yekgirtî yên dibêjin “Rêveberiya Xweser êş û azara koçberan li kampan zêde dike” girt û ragihand, sedema derengxistina pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo koçberên Dêrazorê, hikûmeta Sûriyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de belav kir, di demekê de navçeyên wan di rewşeke zehmet re derbas dibe, ew pêşwaziyê li hejmareke mezin a koçberan dikin û Netewên Yekgirtî di karên xwe yên mirovî de xemsar e.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser, ligel destpêkirina operasyona Dêrazorê, wan çend caran daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku kampeke koçberan li gundekî nêzîkî Dêrazorê danin, lê Netewên Yekgirtî bi hinceta ku ew dever ne aram e, kamp ava nekir.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, derengxistina pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji kampa Holê ya li başûrê Hesekê re, sedema wê rêxistineke mirovî ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve ye.

Wê desteyê bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku bi erkên xwe rabin û ew wek Rêveberiya Xweser amade ne alîkariyê bikin da ku êş û azara koçberan li nava kampan zêde nebe

S. B