Tirkiye hêzeke zêdetir li ser sînor bicih dike
Artêşa Tirkiyê zêdetir hêzê dişîne ser sînorê bi Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê zêdetir hêzê dişîne ser sînorê bi Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re.
Artêşa Tirkiyê, gelek hêz û alav û otombêlên leşkerî yên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyê hatibûn şandin, li Hatay û Rihayê li nêzîkî sînorê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re bicîh dike.
Li gor agahiyan, hêzên zirîpoş ku gelek alavên leşkerî û hêzên komandê di nav de bûn, li ser sînorê Rihayê hatin bicîhkirin.
Serokomarê Tirkiyê dabû xuyakirin, ew bi tenê dikarin herêma ewle li bakurê Sûriyê ava bikin û wan amadekariyên xwe li ser sînorê Rojvayê Kurdistanê temam kirine.
S. B