Efrîn.. Grûpên çekdar mezargeheke Kurdê Elewî dişikînin

Mîlîşyayên çekdar ên li Efrînê mezargeheke Kurdên Elewî yên Efrînê li navçeya Mabeta wêran dikin û gorên wan vedidin li şûnwaran digerin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîlîşyayên çekdar ên li Efrînê mezargeheke Kurdên Elewî yên Efrînê li navçeya Mabeta wêran dikin û gorên wan vedidin li şûnwaran digerin.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, mîlîşyayên çekdar ên alîgirê Tirkiyê mezargeha Kurdên Elewî ya dikeve navbera bajarokê Mabeta û gundê Qenterê weran kirin û bi mebesta gera li şûnwaran gorên li derdora wê mezargehê kolan.

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li ser Efrînê, gelek cihên dîrokî û olî yên pîroz hatin bombebarkirin û wêrankirin, wek girê Eyndara yê şûnwarî, keleha Tiqilkê û şûnwarên li çiyayê Semanê.

Herwiha mîlîşyayên çekdar gelek cih û mezargehên ola Êzidiyan li Efrînê şikandin û wêran kirin wek mezargeha Şêx Cinêd û Ebdilreham li gundê Feqîra û mezargeha Şêx Berkat li çiyayê Lêlûn li nêzîkî bajarokê Darit Izê. Herwiha çekdaran mezargeha Henên û gora rewşenbîrê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî li gundê Meşalê jî şikandin û wêran kirin.

 

S. B