Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almaya tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Almanya li Iraqê Cyril Nan civiya û her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Almanya li Iraqê Cyril Nan civiya û her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kir.
Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro danê sibê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Cyril Nan û Konsola Giştî ya Alamyayê li Hewlêrê Barbara Wolf kir.
Di hevdîtinê de şanda mêvan tekezî li ser berdewamiya hevkariyên leşkerî yên welatê xwe bo Herêma Kurdistanê kir û serkefinên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de û parastina hemû pêkhateyên cuda bilind nirxandin.
Balyozê Almanya amaje bi serdana meydanî ya Wezîrê Derve yê Almanya bo sengerên şerê DAIŞê kir û behsa vekirina nexweşxaneyeke taybet bo dermankirina Pêşmerge li Hewlêrê kir, ji aliyê wî welatî ve hatiye dirustkirin û radestî Wezareta Karûbarên Pêşmerge bû.
Ji aliyê xwe ve, spasiya serdan û hevkariya leşkerî ya Almanyayê bo Herêma Kurdistanê di dema dijwar de kir. Herwiha pesnê rola Almanya ji bo wê diyariya binirx a jib o Pêşmerge kir, ku di astê qurbanêdana Pêşmerge de ye.
Di beşeke din a hevdîtinê de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hevahengiya dezgehên ewlehiyê yên her du aliyan li navçeyên metirsiyên DAIŞê li hene hatin guftûgokirin.
Li hemberê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da, ku çendîn civîn di navbera her du aliyan de hatin kirin û mîkanîzmeke guncaw hat danîn ji bo hevahengî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe.
Guftûgokirina dawî pêşhatên navçê û guftûgoyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aliyeke din hevdîtinê bû.
S. B