Tirkiye daxwaza radestkirina 8 leşkeran ji Yunanistanê dike

Hikûmeta Tirkiyê daxwaza radestkirina 8 leşkerên ko bergûmanê hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ne, ji Yunanîstanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê daxwaza radestkirina 8 leşkerên ko bergûmanê hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ne, ji Yunanîstanê dike.

Serokwezîrê Yunanîstanê Aleksis Çîpras serdana Enqereyê kir û digel Erdogan kom bû. Piştî kombûnê Erdogan û Çîpras ji medyayê re axifîn û Serokomarê Tirkiyê got ,divê Yunanîstan ji bo PKK, Tevgera Fetullah Gulen û  DEHAŞKAPECE (DHKPC) nebe welatek ewle. Ew hêvî ji Yunanîstanê dikin, ko 8 bergûmanên hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê radestî Tirkiyê bikin.

Lê Çîpras da zanîn ko li welatê wan hiqûq heye û ew nikarin ferman bidin dadgehan.

 

 

C.B