Mesrûr Barzanî: Pêwîst e aliyên siyasî yên Rojava bigihin rêkeftinê
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Operasyonên Taybet ên Amerîka li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson û şanda pê re kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Operasyonên Taybet ên Amerîka li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson û şanda pê re kir.
Di hevdîtina de dawî pêşhatên navçê bi giştî û qonaxên şerê teroristan hat guftûgokirin, girêdayî bi pêşhatên rewşa rojhilatê Firatê li Sûriyê Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, bi pêwîstî tê zanîn ku hêz û aliyên siyasî yên Rojava bigihin rêkeftin û hevtêgihîştina hevbeş li ser tevahiya pirsan ji bo di guhartinan de mafên gelê Kurd bêne bicihkirin.
Her di wê hevdîtinê de, tevgera DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û rol û hevahengiya di navbera hêzên Hevpeymanan, Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin û ronî hate xistin ser mîkanîzma rêgirtina li geşekirina zêdetir a grûpên terorist li navçê.


S, B