Serok Barzanî û Balyozê Sirîlanka tekezî li ser geşkirina pêwendiyan dikin
Roja çarşem 06.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nîrancan Asuka Ranasîng Balyozê Sirîlanka li Iraqê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Roja çarşem 06.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nîrancan Asuka Ranasîng Balyozê Sirîlanka li Iraqê kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kir, di hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê wan û li warê bazirganî û aborî û geştuguzariyê de hate nirxandin û tekez li ser geşkirina peywendiyên di navbera her du aliyan kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Balyozê Sirîlanka li Iraqê bi kurtî behsa ezmûn û dîroka welatê xwe ya li warê çalakiyên aborî û geştûguzariyê kir.
S. b