YNK biryarê li ser rêkeftina bi PDKê re dide
Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, îro Encûmena Serkirdatiya YNKê ji bo guftûgokirina li ser rêkeftina 5ê Sibatê ya bi PDKê re dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, îro Encûmena Serkirdatiya YNKê ji bo guftûgokirina li ser rêkeftina 5ê Sibatê ya bi PDKê re dicive.
Peyvdarê YNKê Letîf Omer ji medyaya fermî ya partiya xwe re ragihand, îro Encûmena Serkirdatiya YNKê li ber roniya rêkeftina 5.2.2019an dicive û guftûgo derbarê biryara YNKê û rêkeftina bi PDKê re dike.
Herwiha gotiye, Polîtburoya YNKê wê pirsê tîne nava Encûmena Serkirdatiyê û di civîna wê de biryara dawiyê dide.
PDK û YNK roja 5ê Sibatê li ser çend mijaran gihîştin rêkeftin, ew jî: Biryar hat dayîn komîteya hevbeş ya nivîsandina rêkeftina siyasî ya navbera her du partiyan di demek kurt de têksta rêkeftinê amade bike û pêşkêşî polîtburoyên her du partiyan bike. Biryar hat dayîn Parlementoya Kurdistanê roja 18 vê mehê bicive. Biryar hat dayîn Encûmena Parêzgeha Kerkûkê roja 18 vê mehê li Hewlêrê bicivin da ku arîşeyên wê parêzgehê bên çareserkirin.
Civîna Encûmena Serkirdariya YNKê hevdem e bi destpêkirina civîna paşxistî ya Parlemantoya Kurdistanê ye, ku hîna YNKê biryara beşdariyê tê de nedaye.
Di wê derbarê de, peyamnêrê K24ê li Parlemantoya Kurdistanê got: “Beşa mezin a pirsgirêkên di nava YNKê de, yekalîkirina posta Serokê Parlemantoyê ye. Malbata YNKê piştevaniyê li Bêgerd Talebanî dike û li hemberê baskê Kusret Resûl piştevaniya Rêwas Fayiq dike.”
S. B