Li ser dabeşkirina Sûriyê Amerîka bersiva Rûsyayê dide

Peyvdarê Wezareta Derve yê Amerîka bersiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê dide û dibêje, Rûsya şaş dike dema dibêje, Amerîka dixwaze Sûriyê dabeş bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve yê Amerîka bersiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê dide û dibêje, Rûsya şaş dike dema dibêje, Amerîka dixwaze Sûriyê dabeş bike.

Peyvdarê Wezareta Derve yê Amerîka Robert Palladino di konferanseke rojnamevanî de li ser dabeşkirina Sûriyê û avakirina dewletekê li rojhilatê Firatê bersiva Lavrov da û got: “Ev daxuyanî ravekirina şaş ji siyaseta Amerîka re ye. Em piştevaniya yekperçeyîya Sûriyê dikin.”

Li ser pirsa, ma Amerîka dariştina plana dabeşkirina Sûriyê dike? Wî diplomat Amerîkî got: “Bêgûman rewş ne bi vî awayî ye.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duhî di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, armanca Amerîka dabeşkirina Sûriyê û avakirina mîna dewletekê li rojhilatê Firatê ye. Washington rê nade deverên di destê hevpeymanên wê de ye vegere bin serweriya dewleta Sûriyê.

Herwiha got: “Armanc ew bû, serweriya dewleta Sûriyê li ser tevahiya xaka Sûriyê hebe û civaka navdewletî jî piştgîriya wê yekê dike, lê Amerîka pabendî vê yekê nabe û armanca wê niha zelal bûye ku dabeşkirina Sûriyê û avakirina dewleteke biçûk li rojhilatê Sûriyê ye.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê kir, heger Amerîkî hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, dê bandora wê ya erênî li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê hebe.”

 

S. B