Dadgeha Federal gilîyekî din ê li dijî Parlamentoya Kurdistanê red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê giliyê endamekî Parlamentoya Kurdistanê red kir ku daxwaz kiribû xula şeşem a Parlamentoyê bi “nedestûrî” nas bike.

Ragihandina Dadgeha Federalî ya Iraqê îro 18ê Mijdarê aşkere kir, dadgehê giliyê bi hejmar (211/Federalî/2026) red kiriye. Ev gilî di 26ê Cotmeha 2026an hatibû tomarkirin û tê de hatibû daxwazkirin ku xula şeşem a Parlamentoyê bi “nedestûrî” were naskirin.

Rûniştin ji aliyê Dadwer û Serokê Dadgehê Munzir Îbrahîm Husên ve hat birêvebirin û hemû dadwer beşdarî rûniştinê bûn. Di civînê de giliyê ku gilîkar li dijî serokê Parlamentoya Kurdistanê tomar kiribû, hat nirxandin.

Dadgeha Federal got ku gilîkar daxwaz kiriye ku berdewamiya rûniştina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê nedestûrê were naskirin û rêkarên qanûnî yên piştî biryarê werin bicîhanîn.

Wî rave kir ku li gorî madeya (93/1) a destûra Iraqê ya 2005an, desthilata Dadgeha Federal tenê çavdêriya qanûn û rêziknameyên ku niha di meriyetê de ne ye. Ji ber vê yekê, mijara berdewamiya rûniştina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê ne di desthilata vê dadgehê de ye.

Daxuyaniyê bi tekez kirina ku destnîşankirina sînorên desthilata dadgehê meseleyek giştî ye û dadgeh bi xwe dê biryarê li ser bide, her çend aliyên gilînameyê behsa wê nekiribin jî. Gilîname hat redkirin û biryar bi yekdengî bû, li gorî madeya 94 a destûrê, divê hemû rayedar pêbendî wê bibin.

Roja Yekşemê, 15ê Mijdara 2026an, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, bi serokatiya Dadwer Munzir Îbrahîm Husên û bi hebûna endamên dadgehê, du daxwazên ji bo fermana awarte (fermana welaî) li ser rûniştina parlamentoya Kurdistanê nîqaş kir û her du jî red kirin.