Rewşenbîrê Kurd Fewzî Etrûşî koça dawiyê kir

Rewşenbîr, rojnamevanê Kurd û Birîkarê Wezareta Rewşenbîriyê ya Iraqê Fewzî Etrûşî ji ber nexweşiyê îo koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewşenbîr, rojnamevanê Kurd û Birîkarê Wezareta Rewşenbîriyê ya Iraqê Fewzî Etrûşî ji ber nexweşiyê îo koça dawiyê kir.

Fewzî Ezîz Mîrza ku bi navê Fewzî Etrûşî tê naskirin di sala 1953an li navçeya Etrûşê ya ser bi parêzgeha Duhokê jidayik bû û derçûyê kolîja Yasa û Ramyariyê ji Zanîngeha Bexdayê ye. Etrûşî ji Zanîngeha Sofiye ya Bulgaryayê jî Master di warê Yasayên Navdewletî bidest xistiye.

Fewzî Etrûşî di sala 1986an û ta 2001an Berpirsê Liqê Ewropa yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û piştre Berpirsê Nivîsgeha Ragihandina Derve ya PDKê bû û di salên 2002 û 2003an bû şêwirmendê rojnameya Kongreya Londonê ya opozîsyona Iraqê.

Demek e berpirsê rojnameya “Xebat” çapa Londonê a PDKê bû û zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Almanî, Îspanî û Bulgarî dizanî û komek berhemên wî yên çapkirî hene û çendîn xelak jî wergirtine.

Fewzî Etrûşî demek nexweş e û îro 24ê Sibatê li Bexdayê koça dawiyê kir.

 

S. B