Li Rojava pêşwazî li biryara mana hêzên Amerîkî tê kirin

Partiyên Rojavayê Kurdistanê bi erênî li vê biryara Serokê Amerîka dinêrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Serokê Amêrîka Donald Trump biryar dabû ku ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin, Trump berî du rojan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, biryara mana hejmarek leşkerî li Sûriyê nayê wateya guhartinek di biryara vekişandinê de rû daye. Nêzîkî 400 leşker li Sûriyê dimînin û li rojhilatê Firatê û binkeya leşkerî ya Tinifê ya li ser sînorê Sûriye, Iraq û Udinê tên dabeş kirin.

Partiyên Rojavayê Kurdistanê bi erênî li vê biryara Serokê Amerîka dinêrin, Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Telel Mihemed ji K24ê re got: “Dibe ku Amerîka hin hêzên xwe yên bijayî vekişîne, lê dê hêzên xwe yên taybet bihêle, ev yek jî dê bandore li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê çê bike. Herwiha ne di berjewendiya Amerîka de ye ku hêzên xwe vekişîne û hêzên Tirkî û Îranî wê valahiyê dagirin, yan hêzên rêjîma Sûriyê vegerin vê herêmê. Ji ber ku stratejiya Amerîkî li herêmê ew e li hember projeya Rûsî û Îranê raweste.”

Ji aliyê xwe ve çalakvan Osama Ehmed dibêje: “Biryara Amerîkî ya hîştina hêzên xwe li herêmê cihê dilxweşiyê ye li cem xelkê herêmê. Lê em nizanin çi rêkeftin çê bûye heta ku Amerîka ev biryar daye, rêkeftin bi welatên herêmê re kirine yan bi Rêveberiya Xweser re kirine, dê di rojên pêş de ev yek diyar bibe.”

Biryara Amerîkî a hiştina 400 leşkerî ji hêzên xwe li Sûriyê cihê kêfweşiyê ye li cem Rêveberiya Xweser jî, ku Wezîrê Desteya Karûbarên Dervê Ebdilkerîm Omer ragihandibû, biryara Amêrîkî erînî ye.