DAIŞê êrîşî gundekî Kerkûk kir

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî Qeretepe yê li başûrê Kerkûkê kirin û ew dorpêç kirin û xelkê gundî berevanî li xwe kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî Qeretepe yê li başûrê Kerkûkê kirin û ew dorpêç kirin û xelkê gundî berevanî li xwe kirin.

Di wê derbarê de, Berpirsê Komîta YNKê li Qeretepe Mehmûd Omer ji K24ê re ragihand, çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Sêf Seid kirin û dorpêç kirin û çendîn guleyên RBGê avêtinê û şer destpê kir, piştî berevaniya gundiyan, gundiyan karîn êrîşa DAIŞê bişkînin.

Derbarê ziyanên êrîşê jî Mehmûd Omer got, welatiyekî gund ê bi navê Xezwan Qadir Elawî birîndar bû û kesekî din jî winda ye û tê gûmankirin ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibe revandin.

Qeretepe navçeyeke Kurdistanî li başûrê Kerkûkê ye û ser bi parêzgeha Diyala ve ye, ji bilî Kurdan, Ereb û Tirkmen jî lê hene.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment