Mesrûr Barzanî: Pêwîst e gerentiya maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê bê dayîn
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema civîna ligel Baliyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov de derbarê pêşhatên rewşa Sûriyê û bi taybetî ya rojhilatê Firatê de tekezî li çareseriya siyasî bi beşdariya tevahiya pêkhateyan kir û ragihand, pêwîst e di guftûgoyan de gerentiya maf û asayişa gelê Kurd di wî welatî bê dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Victor Semakov amade bû, dawî pêşhatên siyasî yên navçê hatin behskirin û tekezî li girîngîpêdana bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê di hemû waran de hate kirin.
Ji bilî ronîkirina girîngiya temamkirina pêkanîna kabîneya hikûmeta federalî, ronî hat xistin ser mîkanîzma çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, girêdayî wê pirsê jî Mesrûr Barzanî tekezî li daxwaza Herêma Kurdistanê kir, ku pabendbûn û cibicîkirina destûrê wek riyekê bo peydakirina aramiyê ye û ragihand, pêwîst e bo yekalîkirina pirsan de, destûr hekem be.
Pêşhat û zêdebûna tevgera DAIŞê û metirsiya serîhildana terorê bi nav û awayên cuda beşeke din a hevdîtinê bû. Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand, pêwîst e ji bo rêgirî li dubarebûna tundûtûjiyê karê cidî were kirin, ji bo çareserkirina sedema serîhildana terorê. Hevdem divê şerê hizra tundrewiyê li ser astên cuda destpê were kirin.
Hewl û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kûrkirina pêwendiyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de, bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be, tewereke din a hevdîtinê bû.
S. B