HSD: Bi rizgarkirina tevahiya sivîlan re êrîşî Baxozê dikin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihîne, proseya rizgarkirina sivîlan berdewam e û ta tevahiya sivîlan tên rizgarkirin, dest bi operasyona dawiyê nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihîne, proseya rizgarkirina sivîlan berdewam e û ta tevahiya sivîlan tên rizgarkirin, dest bi operasyona dawiyê nakin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî ji K24ê re ragihand, bi dawîbûna rizgarkirina tevahiya sivîlan ji destê DAIŞê li Baxozê, dest bi dawî êrîşa li ser DAIŞê dikin.

Herwiha got: “Heta niha tevahiya sivîlan nehatine rizgarkirin, em ji hejmara sivîlên hîna li Baxozê ne piştrast in.”

Herwiha Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê tekez kir, çekdarên DAIŞê li Baxozê ji bilî xweradestkirinê, yan kuştinê ti rê li pêş wan nemaye.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di çend rojên dawiyê, zêdetir ji 5 hezar sivîl ji Baxozê hatine derxistin, ku di nava wan hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî hene.

Bajarokê Baxozê li başûrê rojhilatê Dêrazorê li nêzîk sînorê Iraqê ye, çend roj in ji aliyê HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ve ketiye dorpêçeke teng. Hevpeymaniya Navdewletî jî dibêje, hîna tundtirîn çekdarên DAIŞê li Baxozê ne.

 

 

S. B