Erdogan: Divê Tirkiyê serperiştiya “herêma ewle” bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, Enqere rê nade ti aliyekî ji bo serperiştiya “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, Enqere rê nade ti aliyekî ji bo serperiştiya “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bike.

Erdogan di hevpeyvînekê bi kenala “NTV” a Tirkî re tekez kir, divê Tirkiyê serperiştiya herêma ewle li bakurê Sûriyê bike û got: “Divê em li wir bin.”

Erdogan herwiha got: “Baweriya gelê Sûriyê bi Tirkiyê heye û eşîreyên herêmê her dem daxwaz ji Tirkiyê dikin, herêma Minbicê ji teroristan pak bike.”

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê jî kir, “Armanca Tirkiyê nuha ew e, PKKê ji Minbicê derbixe û divê Washington sozên xwe pêk bîne û hemû çekan ji PKKê bistîne.”

Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dabû û pêşniyaza avakirina herêmeke ewle bi kûrahiya 32 K.M li Rojavayê Kurdistanê kiribû. Tirkiye jî dibêje, divê ew herêma ewle di bin serperiştiya wê de be.

Lê ev daxwaza Tirkiyê ji aliyê Amerîka ve rastî redkirinê tê û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo berî hefteyekê got: “Heger Tirkiye êrîşî ser Kurdan hevpeymanên Amerîka li Sûriyê bike, dê bacê bide.”

 

S. B