Armancên DAIŞê li derdora Kerkûkê hatin bombebarankirin
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî çend cihên ku DAIŞê xwe tê de veşartina li derdora Kerkûkê bombebaran kirin, li gor zanyariyan jî hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî çend cihên ku DAIŞê xwe tê de veşartina li derdora Kerkûkê bombebaran kirin, li gor zanyariyan jî hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Jêderên leşkerî yên Iraqî belav kirin, firokeyên Hevpeymanan 4 armancên DAIŞê li başûr û rojavayê Kerkûkê bombebaran kirin û hejmarek ji çekdarên wê rêxistinê kuştin.
Di vê dawiyê de hêzên Iraqî bi hevkariya firokeyên Hevpeymanan çendîn operasyonên leşkerî li parêzgehên Kerkûk, Diyale, Selahedîn, Enbar û Neynewayê kirin, hevdem jî hêzeke mezin jî li ser sîronê bi Sûriyê hatiye bicihkirin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişandina hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê û beşek ji navçeyên Kurdistanî, DAIŞ li wan navçeyan çalak bûye û xelk ji bo parastinê daxwaza vegera Pêşmerge dikin ku vegere Kerkûk û derdora wê.
S. B