Li Efrînê çekdaran kalemêrekî 65 salî eşkence didin û mala wî didizin
Grûpên çekdar ên li Efrînê bi ser mala welatiyekî Kurd de girtin û piştî eşkencedana xwediyê wê yê 65 salî mala wî talan dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên li Efrînê bi ser mala welatiyekî Kurd de girtin û piştî eşkencedana xwediyê wê yê 65 salî mala wî talan dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê belav kir, berbanga roja 26ê Sibatê grûpeke çekdar li gundê Tirindê yê ser bi bajarê Efrînê ve bi ser mala welatiyê Kurd Şêxî Simo de û çavên wî girtin û eşkence dan û piştre pere û mobayla wî dizîn.
Wê rêxistinê diyar kir, Şêxî Simo ji gundê Heyama ye û berê li Efrînê di dermanxaneyekê de kar dikir û mala wî nêzîkî avahiyeke grûpa çekdar a Nuredîn Zengî ye.
Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî xirap bûye, bi awayekî ku her dem grûpên çekdar bi şevê xwe davêjin malên Kurdên Efrînê û wan eşkenc didin û malên wan talan dikin.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanc ji revandin, eşkencedan, dizî û talana ku li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve dibin ew e, welatiyên Kurd ên Efrînê neçar bibin cih malên xwe berdin û koçber bibin.

S. B