Penabereke Rojava ji encama teqîna sobeyê canê xwe jidest da
Penabereke rojavayê Kurdistanê li kampa Kewrgoskê ya ser bi Hewlêrê ve di encama teqîna sobeyê de canê xwe jidest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Penabereke rojavayê Kurdistanê li kampa Kewrgoskê ya ser bi Hewlêrê ve di encama teqîna sobeyê de canê xwe jidest da.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, li kampa Kewrgoskê roja 24ê vê mehê penabera bi navê Rewşen Heznî Remedan dema sobe vêdixist agir bi sobê ket û teqiya û di encamê de Rewşen şewitîbû û bo nexweşxaneya Firyadê ya Rojavayê Hewlêrê hatibû veguhastin.
Da zanîn jî, ji ber giraniya şewata wê, Rewşen şeva bûrî li naxweşxaneyê canê xwe jidest da. Îro termê wê di deriyê Sêmalka re bo herêma Dêrikê hat veguhastin.
Rewşen Heznî Remedan ji gundê Girdimiya Hacî Cemîl ê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, temenê wê 25 salî ye û dayika 3 zarokan e.
Roja 5ê vê mehê jî, agir bi konekî kampa Nazrawe ya ser bi Kerkûkê ket, di encamê de 4 zarokên malekê canê xwe jidest dan û dê û bavê wan jî şewitîn.
S. B