21 Êzidî rizgarkirî vedigerin Şingalê
21 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji dawî baregeha DAIŞê li Sûriyê hatine rizgarkirin, vegeriyan şingalê.
K24 – Navenda Nûçeyan
21 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji dawî baregeha DAIŞê li Sûriyê hatine rizgarkirin, vegeriyan Şingalê.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, duhî 18 zarok û 3 jinên Kurd ên Êzidî yên berî çend rojan ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Baxozê hatibûn rizgarkirin, vegeriyan devera Sinûnê ya Şingalê.
Li gor zanyariyan, ta niha 3 hezar û 600 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin û hîna çarenivîsa nêzîkî 3 hezar Êzidî jî ne diyar e.
Ji 9ê Sibata bûrî ve, HSDê bajarokê Baxozê li başûrê rojhilatê Dêrazorê xistiye dorpêçeke tund û dest bi rizgarkirina sivîlan kiribû û li gor fermandarên HSDê zêdetir ji 15 hezar sivîl hatin rizgarkirin.
S. B